Şandeyeke Mitranê Ortodoks serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

Şandeyeke Mitranê Romê Ortodoks ê Helebê serdana her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û bi Hevserokên Meclisa Giştî ya her du taxan re civiya. Şandeyê eşkere kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk, dikare gelan komî ser hev bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şandeyeke payebilind a Mitranê Romê Ortodoks ê Helebê serdana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê kir û bi Hevserokên Meclisa Giştî ya her du taxan re civiya.

Şande bi armanca şopandina rewşa her du taxan û naskirina modela Rêveberiya Xweser a li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan ava bûye, serdan pêk anî.

Şandeyê mitranê ji metranê Heleb, Skenderon û yên girêdayî wê Avram Malûlî, Keşîş Yusif Jarayan, Papaz Ignatyos Mansûr pêk hat ku ji aliyê berdevka Însiyatîfê Amne Xedro, endamên însiyatîfê Rojiyan Hisên û Mirî El Şiblî ve hatin pêşwazîkirin.

 

''Banga Rêber Abdullah Ocalan dikare gelan komî ser hev bike''

 

Amne Xedro destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk, dikare gelan komî ser hev bike û wiha got:

''Şêniyên her du taxan li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan têkoşiyan û divê em xwedî li vê ramanê derkevin. Ji bo ku destkeftiyan biparêzin û aramiyê xurtir bikin.''

Mirî El Şiblî jî, têgeha dewletperest şîrove kir û siyasetên dûrxistinê yên ku pêkhateyan paşguh dike û civakan parçe dike, rexne kirin.

Her wiha Endama însiyatîfê Rojiyan Hisên jî, teqezî bi rola ciwanan û jinan di pêvajoya aştiyê de kir û wiha axivî:

 

''Rêber Abdullah Ocalan azadiya jinan, kir bingeha têkoşîna civakê''

 

''Ramanên Rêber Abdullah Ocalan rewşa jinan guhert û azadiya jinan kir bingeha têkoşîna tevahiya civakê.''

Beriya ku şande bi Hevserokên Meclisa Giştî ya her du taxan re bicive, însiyatîfê perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî şandeyê kir ji bo ku ramanên wî nas bikin.

Di navbera her du aliyan de, li ser modela rêveberiya xwecih, lihevkirina 1`ê Nîsanê û girîngiye sepandina nenavendîbûnê wek çareseriya bidawîkirina aloziyê, nîqaş kirin.

Di dawiya serdanê de, şandeyê serdana Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û muzexaneya wêneyên şehîdan a li Parka 4`ê Nîsanê kir.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24