Îro komeke din ji koçberên Efrînê vegeriyan cih û warên xwe.
Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29'ê Çileyê de, vê sibehê koma sêyemîn a koçberên ji Efrînê ber bi warê xwe ve bi rê ket.
Koçber li çerxerêya Şehîd Yusif Gulo ya rojavayê bajarê Qamişloyê kom bûn û bi dehan erebe û basan ber bi Efrînê ve bi rê ket.
Piştî koçber ji Hesekê derketin, ji ber ku hejmara vegera vê carê mezin bû, weke 3 beşan ketin rê.
Koma yekemîn a koçberan ku ji 400 malbat pêk dihat di 9'ê Adarê de û koma duyemîn jî ku ji 200 malbat pêk dihat di 4'ê Nîsanê de vegeriya Efrînê.
Hêjayî gotinê ye ku piştî rêwîtiyeke dirêj û 8 sal ji koçbariyê, gelê Efrînê vedigerin cih û warên xwe.
Ji sala 2018'an ve gelê Efînê koçber e, gelek êş û zehmetî di kamapan de kişandin.