Li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de 14 kurd hatin revandin

Li herêmên di bin kontrola hikûmeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de 14 kurd hatin revandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê revandina welatiyan de li herêmên Sûriyeyê raporek weşand.

Di raporê de hate diyarkirin ku herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyeyê û dewleta Tirk de revandin û girtin zêde bûne.

Li gorî raporê ji destpêka Îlona sala 2025'an ve li Efrîn,Heleb û Şamê 14 Kurd hatine revandin.

Hate eşkerekirin ku piraniya bûyerên revandinê di dema serdegirtina malan de û li ser bendên kontrolê pêk hatine. 

Her wiha ji destpêka îsal heya dawiya Tebaxê, 190 Kurd hatine revandin.

Navenda Belgekirinê di dawiya raporê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku zextê bikin da ku ev kiryar werin rawestandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye