Li Sûdanê 4 kes hatin kuştin

Li Sûdanê di encama êrîşeke esmanî de li ser herêma Darfurê, 4 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di encama erîşa li ser xwaringehekê li bajarokê Mellit yê Darfurê, 4 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn. 

Li gorî çavkaniyên xwecihî dibêjin, dronekê ew xwaringeh bombebaran kiriye û heya niha bi temamî nehatiye piştrastkirin ku ev dron ji aliyê Artêşa Sûdanê ve hatibe şandin.

Beriya hefteyekê jî, bûyerek bi vî rengî li heman bajarokî çêbûbû, dema ku dronekê stasyona otobusê hedef girtibû, di encamê de 13 kes hatibûn kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûbûn.

Bajarê Mellit ji nîsana sala borî ve, di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye