Rûsya: Em ji aliyê îstixbaratî ve alîkariya Îranê nakin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku ew tohmetên dibêjin ku Moskow ji aliyê îstixbaratî ve alîkariya Îranê dike, red dikin. Lavrov ragihand ku cihê baregehên leşkerî yên Amerîkayê agahiyeke giştî ye û pêwîstiya Îranê bi îstixbarata Rûsyayê nîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîneke xwe ya li gel kanala France 2´yê ya Fransayê de axivî.

 

Sergey Lavrov ragihand ku di navbera Moskow û Tehranê de peymana alîkariya leşkerî û teknîkî heye û Rûsyayê gelek cureyên berhemên leşkerî dane Îranê.

 

Wî destnîşan kir ku ew wan tohmetan qebûl nakin ku dibêjin ji aliyê îstixbaratî ve alîkariya Îranê hatiye kirin.

 

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê amaje bi wê yekê kir ku her kes cihê cografî yê baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê dizane û ev ne agahiyeke veşartî ye.

 

Lavrov rexneyên tund li berpirsên Amerîkayê kir û got:

 

“Rûsya piştgiriyê dide parastina berjewendiyên Îranê û hemû welatên din ên herêmê.”

 

 

 

Washington Post: Moskowê zanyarî dane îranê

 

 

Ev daxuyaniyên Lavrov piştî wê yekê tên ku rojnameya Washington Postê di raporeke xwe de nivîsîbû, Moskowê zanyariyên hûr ên peykê û îstixbaratî yên li ser cihên keştiyên şer û balafirên Amerîkayê dane Îranê.

 

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ku 28´ê Sibatê dest pê kir, pêwendiyên leşkerî yên di navbera Moskow û Tehranê de gihandiye asteke nû ya stratejîk.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye