Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyê têkildarî bûyerên tundiyê yên ku Tîrmeha sala borî li wîlayeta Siwêdayê ya li başûrê Sûriyê qewimîn, rapor weşand û ragihand ku hem hêzên hikûmeta Sûriyê hem jî komên Durzî binpêkirinên giran pêk anîn.
Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku êrîşên hewayî yên Îsraîlê jî bûye sedema birîndarbûn û mirina sivîlan.
Komîsyonê ragihand ku 10 hezar kesên bêwar li Siwêdayê nikarin vegerin malên xwe.
Serokê Komîsyona Lêpirsînê ya NY, Paulo Pinheiro, got ku divê hemû berpirsiyar, bêyî ku rewş an jî nasnameya wan çi be, werin cezakirin.
Pinheiro ji bo car din li herêmê ewlehî were avakirin, banga edalet û diyalogê kir.