Tevî agirbestê jî, şerê li Libnanê bi dawî nebûye.
Artêşa Îsraîlê hişyarî da niştecihên 12 gund û bajarokên başûrê Libnanê da ku berî destpêkirina êrîşan, ji wir derkevin.
Artêşê di daxuyaniyekê de got ku ev valakirin di çarçoveya binpêkirina peymana agirbestê ji aliyê Hizbullahê de pêk tê.
Ajansa Nûçeyan a Libnanê ragihand ku ji sibehê ve Îsraîlê li başûrê welêt çend gund bombebaran kirine.
Li Libnanê 116 xebatkarên tenduristiyê hatine kuştin
Di êrîşên Îsarîlê yên li dijî Libnanê de gelek xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Rakan Nasreddîn ragihand ku ji 2'yê adarê ve, di encama êrîşên Îsraîlê de, 116 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin.
Rakan Nasreddîn diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de sektora tenduristiyê bi awayekî giran hatiye armancgirtin.
Nasreddîn eşkere kir ku gelek ambulans, navendên tenduristiyê û nexweşxane yan bi temamî hatine hilweşandin an jî zirarên mezin dîtine.
Hate diyarkirin ku Rakan Nasreddîn ev dane di hevdîtina li gel Dîrektorê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de eşkere kirine.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ji 2'yê Adarê ve di encama êrîşên Îsraîlê de zêdetirî 3 hezar kes hatin kuştin.