Di berdewamiya êrîşên Rûsya û Ûkraynayê de artêşa Rûsyayê îro dest bi tetbîqatên Nukleerî yên 3 rojî kir, ku bi hezaran leşker li seranserê welêt beşdar bûn.
Paytexta Ûkrayna, Kîevê jî êrîşên xwe yên bi dronan li ser Rûsyayê zêde kirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên çekdar ên Rûsyayê dê ji 19 heta 21ê gulanê ve, tetbîqatên bikaranîna çekên nukleerî yên simulasyonî pêk bînin.
Wezaretê zêde kir ku di tetbîqatan de, dê zêdetirî 64,000 personel û 7,800 parçeyên alavên leşkerî beşdar bibin.
Wezaretê got ku avêtina mûşekên balîstîk û krûz meydanên ceribandinê yên li Rûsyayê jî, di nav xwe de vedihewîne.
Di heman demê de, di tetbîqatan de wê nîqaşên li ser perwerdehiya hevbeş û bikaranîna çekên nukleerî li Belarûsê jî hebin.
Zelensky: Kîevê êrîşên xwe yên bi dronan li dijî Rûsyayê zêde kirine
Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku êrîşên dûr ên Ûkraynayê zirarê dide sektora petrolê û aboriya Rûsyayê.
Volodymyr Zelensky got ku Kîevê êrîşên bi dronan di nav axa Rûsyayê de zêde kiriye.
Zelensky dazanîn ku rafineriya petrolê ya Rûsyayê di mehên dawî de bi qasî 10 ji sedî kêm bûye û şirketên petrolê neçar kirine ku hin bîrên petrolê bigirin.
Rûsya: Zêdetirî 40 leşkerên Ûkraynayê hatin kuştin
Ji aliyekî din ve Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek parve kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Li herêma Xarkîvê, yekîneyên hêzên Koma Bakur a Rûsyayê gundê Volukhovkayê kontrol kiriye.
Herî kêm 40 windahiyên leşkerên Ûkraynayê çêbûne."
Hêza Hewayî ya Ûkraynayê bi rêya Telegramê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku hêzên parastina hewayî ya Ûkraynayê şeva borî 180 ji 209 dronên Rûsyayê xistine xwarê.