Weqfa Mezopotamyayê ferhenga Rastnivîsê çap kir

Ji aliyê saziyên Kurdan ve, xebatên li ser zimên sal bi sal zêde dibin. Weqfa Mezopotamya ya li Amedê ragihand ku piştî 8 salan ji mijûlbûnê, wan ji bo danasîna zimanê Kurdî ferhenga Rastnivîsê çap kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê xebatên ziman, wêje û berhevkariya çand û folklora Kurdî bi rê ve dibe.

Ji dema damezirandina wê û heta niha, li ser zimanê Kurdî xebatên cûr bi cûr kirine û hê jî dike.

Yek ji van xebatan jî Ferhenga Rastnivîsînê ye.

Weqfê ragihand ku piştî 8 salan ji mijûlbûnê, wan ji bo danasîna zimanê Kurdî Ferhenga Rastnivîsê çap kiriye.

Rêveberê Weqfa Mezopotamyayê Bahoz Baran da zanîn ku ji bo ku zimanê Kurdî di her qada jiyanê de were bikaranîn û ji bo danîna standardekê der barê rastnivîsê de, wan ev xebata girîng pêk aniye.

Bahoz Baran anî ziman ku di qadên cuda cuda de ji bo zimanê Kurdî ferheng pêwîst in.

Her wiha rêveberê Weqfa Mezopotamyayê, di axaftina xwe de behsa girîngiya bikaranîna malperê jî kir.

Nivîskar û kesên ku keda wan di amadekirina Ferhenga Rastnivîsê de heye, ev in:

“Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Evdilwehab Xalid Mûsa, Mehmûd Lewendî, Mihemed Teqawî, Mistefa Aydogan, Mîkaîl Bulbul, Mîlad Xezalê, Newzad Hirorî, Nêçîrvan Evdilezîz, Omer Dilsoz, Mihemed Malmîsanîj, Reşo Zîlan, Samî Tan, Tahirhan Aydin, Viyan Hesen, Zana Farqînî, Zeynep Yaş, Zulkuf Ergun.”

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye