Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

Hunermend Emînê Erbanî (Mehmey Emîn Erden) ku li Bakurê Kurdistanê navçeya Qoser a Mêrdînê dijiya, jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hunermend Emînê Erbanî ku di salên 90'î de bi albumên xwe yên "Gundê Erban" û "Gundê Me" bi nav û deng bû.

 

Her wiha di muzîka Kurdî de, bi reng û dengê xwe xwedî cihekî taybet bû.

 

Emînê Erbanî ev nêzî 3 sal in, bi nexweşiyeke giran ketibû.

 

Li nexweşxaneyeke taybet jiyana xwe ji dest da.

 

Hunermend Emînê Erbanî ku di sala 1966'an de, li gundê Erbanê yê Qoserê hatiye dunyayê, bi navê gundê xwe Erban bi nav û deng bûbû.

 

Emînê Erbanî li televîzyonên herêmî yên Bakurê Kurdistanê gelek bername jî pêşkêş kiribûn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye