Li navçeya Kercewsê ya Êlihê, agirê Newrozê hat vêxistin

Li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya DEM-Partî, DBP û TJA'yê li navçeya Kercewsê ya Êlihê bi boneya hatina Newrozê pîrozbahî hat lidarxistin. Her wiha îro li navçeya Geverê ya Colemêrgê Newroz hat pîrozkirin. Di şahiyê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got ku pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokratîk di qonaxeke girîng de ye û ev qonaxa azadiya rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya gelê Kurd e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJA'yê li navçeya Kercewsê ya Êlihê bi boneya hatina Newrozê pîrozbahî hat lidarxistin.

 

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, hevserokên DEM Partiyê û DBPê yên Êlihê û yên navçeya Kercewsê û gelek welatiyên navçeyê tev li şahiyê bûn.

 

Girseyê li ber stranan govend gerandin û zarokan xwe di ser agirê Newrozê re avêtin.

 

Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Yilmaz Aslan wiha got:

 

"Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesîleya azadî û aştiyeke mayînde.

 

Bi vê sedemê em careke din hemû kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane wan bi rêzdarî bi bîr tînin."

 

Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

 

Li Bakurê Kurdistanê navçeya Geverê ya Colemêrgê bi dirûşmeya, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li qada fûtbolê pîrozbahî hate lidarxistin.

 

Di pîrozbahiyê de ciwanên navçeya Geverê ya Colemêrgê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirtin.

 

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir di şahiyê de axivî.

 

Keskîn Bayindir diyar kir ku pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokratîk di qonaxeke girîng de ye û ev qonaxa azadiya rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya gelê Kurd e.

 

Keskîn Bayindir bal kişand ser şerê li Îranê û ev tişt gotin:

 

"Gelên li Îranê bi salane di bin zilm û zordariyê de ne. Niha jî li dijî Rejîma Sêdarê di nav têkoşînekê de ye.

 

Em bawer in gelê Rojhilat wê bi paradîgmaya Rêzdar Ocalan li ber xwe bide û bi ser bikeve.

 

Kes nikare pêşiya têkoşîna me bigire.

 

Gelê Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nake. Ji ber ku Serokatiya me heye, fikir û felsefeya wî heye. Kurd dê heta ku azad bibin li ber xwe bidin."

 

Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin û gel li dora agir govend gerand.

 

Piştre hunermend Sîpan Xelat û Senar Renda bi stranên xwe şahî geş kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye