Rêveberiya Xweser efûyek giştî derxist

Rêveberiya Xweser bi boneya cejna Newroz û Remezanê efûyek giştî derxist. Her wiha li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser, ev qanûn ji îro de wê bikeve pratîkê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi boneya Cejna Newroz û Remezanê, Rêveberiya Xweser a Cizîrê efûyek giştî di der barê kesên ku sûc beriya 18/3/2026'an de kirine, derxist.

 

Li gorî bendên li jêr, kesên ku efû wan digire nav xwe wiha ne:

 

Benda 1'ê:

 

Di rewşên binpêkirin û sûcên sivik de:

 

Cezayê tevahî ji bo binpêkirinan

 

Cezayê tevahî ji bo sûcên sivik

 

Benda 2'yan:

 

Di sûcên giran de:

 

Cezayê tevahî di rewşa devjêberdana mafê kesane yê lihevhatinê yê nebûna dozekê de.

 

Nîv ceza di rewşa dozeke kesane de (anku nebûna devjêberdana mafên kesane).

 

Benda 3'yan:

 

Li gorî vê bendê, kesên ku sûcên li jêr kirine efû wan nagire nav xwe:

 

Sûcên terorîstî yên ku bûne sedema mirina kesekî.

 

Mehkûmên ku xwe vedişêrin û ji edaletê reviyane, heya ku di nav du salan de ji roja derxistina vê qanûnê xwe radest nekin.

 

Benda 4'an:

 

Li gorî bendên 1 û 2, şertên jêrîn ên vê qanûnê derbas dibin:

 

Divê kesê mehkûm mîqdar, tezmînat û erkên têkildar li berjewendiya dozger bide yan jî razîne, yan jî divê gilîker dev ji mafê xwe yê şexsî berde.

 

Divê gilîker di dozên kuştinê de, dev ji mafê xwe yê şexsî berde.

 

Ev qanûn ji îro de wê bikeve pratîkê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye