Wezîrê Karên Derve diyar kir ku ev proje, tekez dike ku QSD'ê, bi temamî tevlî nava saziyên dewletê bibe.
Li beramberî wê jî, hikûmet wê maf û temsîliyeta QSD'ê garantî bike.
Esed El-Şeybanî got: "Me ji QSD'ê nexwestiye ku teslîm bibin an jî hilweşin, me got werin, entegre bibin, garantiyan bistînin û mafên xwe biparêzin."
El-Şeybanî da xuyakirin ku ev yek ne tawîz e, ev formuleke ji bo çareseriyê ye.
Esed El-Şeybanî îdîa kir ku wan projeyek ku peymanek, rêzgirtinek, mafên tam, temsîliyet û pabendbûn bi mafên Kurdan re dike pêşkêşî QSD'ê kirine.