Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên malbatên dîlgirtiyan ên li gel Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji bo serbestberdana wan dewam dikin.
Îro jî, malbatên dîlgirtiyan li bajarê Dirbêsiyê û şêniyan çalakiyek li pêşiya avahiya dadgehê li dar xist.
Di çalakiyê de wêneyên dîlgirtiyan hatin bilindkirin û pankartên serbestberdana wan hatin rakirin.
Ji xizmên dîlgirtiyan Şêrîn Hisên daxuyanî xwend.
Şêrîn anî ziman ku daxwaza wan a bingehîn ew e ku çarenûsa tevahiya dîlgirtiyan were eşkerekirin û werin berdan.
Her wiha destnîşan kir ku çalakiyên wan dê heta azadkirina tevahiya dîlgirtiyan bidome û got:
"Hikûmeta demkî tevahiya berpirsyariya dosyaya dîlgirtiyan hildigire.”
Şêrîn Hesen bang li gel kir ku ji bo dîlgirtiyan li qadan bin.
Çalakî bi dirûşmên "Em Esîrên Xwe Dixwazin" û" Azadî Azadî ji Esîran re Azadî" bi dawî bû.