Abigail Boyd êrîşên li ser taxên kurdan şermezar kir

Parlamentera Partiya Kesk a Awustralyayê Abigail Boyd diyar kir ku êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û herêmên Rojava şermezar kir. Her wiha piştgiriya xwe ji bo Rojava û Rojhilatê Kurdistanê anî ziman.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parlamentera Partiya Kesk a Awustralyayê Abigail Boyd anî ziman ku ji ber pevçûnên ku 5 roj dom kir, bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û bêhtirî 150 hezar kes neçar man koçî herêmên di bin kontrola rêveberiya Kurdan de bibin.

Abigail Boyd got, "Rojava ku bi pêşengiya Kurdan weke rêveberiya xweser tê zanîn û li bakurê Sûriyê cih digire  ku di bin serokatiya Kurdan de hatiye avakirin, di bin gefek mezin a hebûnê de ye. Rejîma Sûriyê û milîsên Îslamî armanc dikin ku rêveberiya xweser a Kurdan bi rêya tundî, zordarî û koçberkirina bi zorê ji holê rakin."

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Hefteya bihurî li Helebê ji ber pevçûnên ku 5 roj dom kir, bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û bêhtirî 150 hezar kes neçar man koçî herêmên di bin kontrola rêveberiya Kurdan de bibin.

Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê, li dijî zordariya rejîma Îranê bi pêşengiya Kurdan berxwedanek xurt dewam dike. Li dijî gelê ku daxwaza azadî, rûmet û mafê çarenûsê dike, siyaseta girtinên komî, darvekirin û cezakirinên kolektîf bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn.

Ji bo xurtkirina hevgirtina xwe ya bi gelê Kurd re û destek dayîna rêveberiyên xweser ên Rojava û Rojhilat, em ê di 17’ê Çileyê de li Town Hall a Sydney bên ba hev.

 Ji ber ez li Sydney bi gelê Kurd û parêzvanên mafên mirovan re di heman xetê de disekinim, gelek serbilind im. Em bi hev re deng didin banga navneteweyî ya ji bo parastina Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye