Polîsan li Wanê bi ser pêşangeha TJA'yê de girt

Polîsan duh li Wanê bi ser pêşengeha wêneyan a “Jinên ku jiyan tev li dîrokê kirine” de girt û dest danî ser wêneyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Polîsan di serdegirtina pêşengehê de wêneyên jinên ku pêşengiya têkoşîna azadiyê kirine, Sakine Cansiz, Evin Goyî, Cihan Bilgin, Gulistan Tara, Nagihan Akarsel, Hero Bahaddin û Hevrin Xelef desteser kirin.

TJA, ji bo êrîşa polîsan şermezar bike dê saet di 11.30'an de li pêş Galeriya Hunerê daxuyaniyê bide çapemeniyê.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, li Kolana Hunerê ya Wanê pêşengeha wêneyan vekiri bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye