3 KURDÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ HATIN GIRTIN

Saziya Mafên Mirovan a Hengaw ragihand ku hêzên ewlehî yên Îranê 3 Kurdên Rojhilatê Kurdistanê girtine û birine cihekî nediyar.

reset font size increase font size

Hengaw di rapora xwe de eşkere kir ku roja Şemiyê (12ê Tîrmeha 2025an) Firiya Çavşîn ê  29 salî û xelkê gundê "Daşebend" ê ser bi bajarê Bokanê, Mihemed Elahrizayî yê 36 salî û xelkê bajarê Sine hatine girtin.

Hatiye diyar kirin ku herdu welatî dema li ser karê xwe bûn hatine girtin.

Herwiha roja Înê 11'ê tîrmehê, Zanyar Mihemednijad ê xelkê Kamêranê jî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve di mala xwe de hate girtin.

Hengaw destnîşan kir ku heta dema belavbûna raporê, ti zanyariyek rasterast ji sedemên girtin û tawanbarên ku li dijî wan hatine sepandin tune ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye