Li Bakur hişyariya berfê hat kirin

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Tirkiyê ji bo 8 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barînên zêde û berfê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Midûriyetê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku îro li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê berf dibare.

Tê pêşbînîkirin ku barîna berfê heta roja Çarşemê dê berdewam bike.

Li gorî daxuyaniyê, li bajarên Bedlîs, Erzirom, Colemêrg, Mûş, Sêrt, Wan, Êlih û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berf dibare.

Midûriyeta Giştî ya Meterolojiyê dibêje, barîna berfê li van deveran heta çarşemê wê berdewam bike.

Her wiha hat diyarkirin ku li herêma Serhedê çend roj in sir û seqem heye û vê yekê bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye