Li Eskîşehîrê kursa zimanê Kurdî hat astengkirin

Li Eskîşehîrê bajarêTirkiyê kursa Kurdî, ji aliyê Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Odunpazariyê ve bi hinceta 'îxbarê' hat astengkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Koma Kurdî ya Eskîşehîrê, ji bo xwendekarên zanîngehê kursa zimanê Kurdî vekir. 

Kursa ku duh li kafeyekê dest pê kir, bi mudaxeleya komîsyona ku ji Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Odunpazariyê ya Eskîşehîrê hatibû, nîvco ma. 

Beriya destpêkirina waneya Zimanê Kurdî, 6 kesên ku endamê Miduriyeta perwerdehiya Neteweyîne ketin cihê perwedeyê û diyar kirin ku ew di derbarê "xebata perwerde-hîndekariya bêdestûr tê kirin" îxbar wergirtine. 

Bi vî hincetî girtek girtin û Kursa Zimanê Kurdî asteng kirin.

Li Bakurê Kurdistanê xebatên Zimanê Kurdî hertim ji aliyê sazî û dezgehên dewletê ve bi hincetên cuda tên astengkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye