Artêşa Îraqê zextê li cotkaran dike

Artêşa Îraqê, li ser cotkarên gundê Gurzeyiyê yê nahiyeya Pirdê, ferz dike ku belgeya zêdegaviyê îmze bikin, da ku bikaribin zeviyên xwe biçinin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh êvarê cotkar çûn nava zeviyên xwe da ku garisê xwe biçinin, lê Firqeya 8'an a Artêşa Îraqê nehişt ew berhemê xwe biçinin.

Rêvebirê nahiyeya Pirdê Mutelîb Necmedîn diyar kir ku ew ê biçe gel Parêzgarê Kerkûkê da ku şêweyê belgenameyê biguhere.


Cotkaran tekez kirin ku ew belgenameyê tije nakin ji ber ku tijikirina belgenemeyê, tê wetaya ku ew dest ji zeviyên xwe berdin.

Cotkaran dan xuyakirin ku ev zeviyên bav û kalên wan e û tapoya wan ya reş a ku vedigere beriya salên 1970'î heye.


Ew zevî piştî koçberkirina Kurdan a li herêmê ji ser navê Kurdan hatine derxistin û pêşkêşî Erebekî hawirde yê bi navê "Munîf Hewas" hatine kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye