Li Deriyê Sînor ê Nisêbînê ku ji destpêka salê ve di rojevê de bû ku were vekirin, lê ji ber sedemên curbecûur ji hêla Tirkiyê ve hatiye paşxistin, geşedaneke nû çêbû.
Şandeyek ji hikûmeta vegûhêz a Şamê, bi serokatiya Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Serokê Rêveberiya Giştî ya Sînor û Gumrikê Quteyba Bedawî, serdana deriyê sînor ê di navbera navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û bajarê Qamîşlo yê Rojava de kir.
Hat ragihand ku Ehmed û El Bedawî asta amadekariyên vekirina Deriyê Sînor ê Nisêbînê, pêşveçûna xebatê, amadekariyên binesaziyê yên ku hatine kirin û yên ku dê werin kirin, nirxandin.
Di mehên dawî de gelek caran nûçeyên der barê vekirina Deriyê Sînor ê Nisêbînê de, ku ji bo aboriya herêmê pir girîng e, hatine nîqaşkirin.
Nûreddîn Ehmed ragihandibû ku vekirin hatiye taloqkirin
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed di 15ê Hezîranê de li Şamê di konfranseke rojnamevaniyê de diyar kir ku ji bo vekirina deriyê sînor ê Nisêbînê "dem pêwîst e".
Ehmed diyar kir ku vekirina deriyê sînor di civînên li Şamê de hatiye nîqaşkirin, lê vekirina wê ji bo "dîrokeke paşîn" hatiye paşxistin.
Peymana 29'ê Çile û derîyê Nisêbîn-Qamîşlo
Peymana 29'ê Çileyê ku di navbera QSD'ê û hikûmeta vegûhêz a Sûriyê de hat îmzekirin, deriyê sînor ê ku nêzîkî 14 salan girtî bû, ji nû ve anî rojevê.
Xala 8`emîn a peymanê, di bin sernavê "Destgirtina Saziyên Sivîl" de, destnîşan dike ku tîmek ji Rêveberiya Giştî ya Deriyên Sînor ên Bejayî dê ji bo deriyên sînor ên Sêmalka û Nisêbînê were şandin, karmendên sivîl dê bi fermî werin destnîşankirin û deriyên sînor dê herî zêde di nav mehekê de dest bi xebatê bikin.
Bi vê gotarê re, deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişlo ku xaleke transîtê ya girîng ji bo bazirganiya di navbera Tirkiye û Sûriyê de ye, bû navenda balê.
Her çend gelek çavkaniyan ragihandin ku deriyê sînor dê di demeke nêzîk de vebe jî, Rêveberê Têkiliyên li Îdareya Giştî ya Bender û Gumrikê ya Sûriyê Mazen Aluş got:
"Der barê vekirina deriyê sînor ê Qamîşlo-Nisêbînê bi Tirkiyê re de ti daxuyaniyeke fermî tune ye.
Biryar bi rêkeftineke Tirkiye-Sûriyê, amadebûna tevahî ya binesaziyê û avakirina mekanîzmayên ji bo birêvebirina deriyê sînor ve girêdayî ye."
Deriyê sînor ê Nisêbînê-Qamîşlo 14 sal in girtî ye
Deriyê Sînor ê Nisêbînê ku di navbera navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û bajarê Qamîşlo yê Rojava de ye, cara yekem di sala 1953`an de hate vekirin.
Deriyê sînor ê Nisêbînê di sala 2012`an de ji aliyê rejîma Beşar Esed a Sûriyê ve, bi hinceta "nûjenkirinê" piştî destpêkirina şerê navxweyî hatibû girtin.
Deriyê sînor ê Qamîşloyê nêzîkî 14 salan e, girtî ye.