Îro serê sibehê hat ragihandin ku di êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê de 4 kes mirin û 10 kesên din jî birîndar bûn.
Serokê rêveberiya leşkerî ya herêmî li herêma Sumy got ku 2 jin, zilamekî pîr û zarokek di bin du salî de li herêmê mirin û sê kesên din jî piştî ku droneke Rûsî li malekê xistiye birîndar bûn.
Her wiha hat diyarkirin ku li bajarê navendî yê Ûkraynayê di êrîşeke mûşekî ya Rûsyayê de 7 kes birîndar bûn.
Duh li Ûkraynayê 3 kes hatin kuştin
Di heman demê de Karbidestên herêmî ragihandin ku êrîşên Rûsyayê roja pêncşemê li deverên cuda yên rojhilatê Ûkraynayê 3 kes kuştin.
Hat destnîşankirin ku piştî rêze êrîşan li dora bajarê Nikopol ku pir caran hedefa êrîşên Rûsyayê ye, kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Her wiah zarokekî heft salî di êrîşekê de hatiye kuştin û du zarokên din jî birîndar bûne.
Li herêma Donetskê jî kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.
Li Rûsyayê jinek hat kuştin
Li aliyekî din jî Kanala nûçeyan a Rûsî Vesti ji zarê rayedarên bajarê Belgorodê ragihand ku piştî êrîşa mûşekî ya Ûkraynayê li ser bajarê Rûsyayê û deverên derdora wê, li tesîseke pîşesaziyê agir derket holê.
Hat eşkerekirin ku binesaziya enerjiyê zirar dîtiye û dabînkirina av û gazê jî hatiye astengkirin.
Ajansa nûçeyan a TASS`ê, bi îşareta rayedarên herêmî, ragihand ku di êrîşê de jinek hatiye kuştin.