Bûyerê, duh li herêma geştyariyê ya Lianxiwanê rû da.
Ev herêm, li bajarokê Donghuayê yê bajarê Chuxiongê yê parêzgeha Yunnanê ye.
Li gorî nûçeya Global Timesê ya ku xwe dispêre daxuyaniya Wezareta Rêvebiriya Rewşên Bilez, di keştiyê de 26 kes hebûn.
Rayedaran, heta niha derbarê hejmara kesên ku hatine rizgarkirin an jî winda bûne de agahiyên zelal parve nekirine.
Wezaretê, diyar kir ku Komîteya Ewlehiya Kar a Konseya Dewletê fermana çavdêriya lêpirsînê daye.
Sedema qezayê, hîn nayê zanîn û lêpirsîn berdewam dike.