Îsraîl û Hemasê, di 10'ê Cotmeha 2025'an de li ser agirbestê li hev kiribûn.
Lê her dem herdu alî bi binpêkirina agirbestê hevdû tewanbar dikin.
Dîsa ji bo berdewamiya agirbestê hewildan tên kirin.
Her dem jî Îsraîl dibêje ku heta Hemas bêçek nebe agirbest pêk nayê.
Sekreterê Hikûmeta Îsraîlê Yossi Fuchs, diyar kir ku rêvebiriya Amerîkayê daxwaza 60 rojan kiriye û Îsraîl rêzê li vê daxwazê digire û got:
“Di vê heyamê de, divê Hemas hemû çekên xwe deyne.
Em dê encamê binirxînin.
Eger serkeftî be dê pir baş be, eger na, artêşa Îsraîlê neçar e ku erka xwe temam bike."
Her wiha Fuchs, destnîşan kir ku divê ev dosye beriya hilbijartinên Îsraîlê bê encamdan ku tê çaverêkirin ku hezêrana îsal bên kirin.
Yossi Fuchs, da zanîn ku wekî beşek ji vê pêvajoyê, divê gelek tunelên Hemasê jî bên îmhakirin.
Li aliyekî din jî sibe wê civîna yekem a "Konseya Aştiyê" li Waşingtonê dest pê bike.
Civîna Konseya Aştiyê wê sibe li Waşingtonê dest pê bike
Endamên vê Konseyê, ji aliyê Donald Trump ve hatine diyarkirin ku wê nûnerên 20 welatan jî beşdar bibin.
Her wiha Papa Leo, dawetnameyek ji bo tevlîbûna Konseya Aştiyê wergirtibû.
Lê îro Papa Leo, anî ziman ku ew dê beşdarî Konseya Aştiyê nebe.
Pêkanîna vê konseyê, bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hatiye pesendkirin.