Fermandariya Başûr a Amerîkayê (SOUTHCOM) li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
SOUTHCOMê, diyar kir ku agahiyên îstixbaratî li ber destê wan hebûn ku wan qeyikan karên qaçaxçîtiya madeyên hişbir dikirin.
Di encamê de 11 kes hatin kuştin
Her wiha SOUTHCOMê dîmenên operasyonan jî bi raya giştî re parve kirin.
Artêşa Amerîkayê, di demên dawî de, li Karayîban û Pasîfîkê di çarçoveya têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya madeyên hişbir de operasyonên bi vî rengî zêde kirine.
Lê belê armancgirtina rasterast a qeyikan û mirina mirovan, di raya giştî ya navneteweyî de nîqaşên "darizandina bêdadgeh" bi xwe re tîne.
Gelek alî rexne dikin ku Amerîka bêyî darizandin, rasterast mirovan dikuje.