Îsraîlê 2 endamên Tevgera Cîhad El-Îslamî kuştin

Duh li ser sînorê Libnan-Sûriyê, 2 endamên Tevgera Cîhad El Îslamî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve, hatin kuştin. Hate eşkerekirin ku wan hewl didan ji Libnanê bikevin Sûriyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê artêşa Îsraîlê, derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.

 

Di daxuyaniyê de, hat zelalkirin ku êrîş li herêma Mejdel Encer li hundirê xaka Libnanê pêk hatiye.

 

Artêşê, îdîa kir ku her du endaman gefên rasterast li welatiyên Îsraîlî û hêzên wan ên li qada Sûriyê kar dikin, dixwarin.

 

Artêşa Îsraîlê, diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên têkbirina hewldanên veguhastina çekdaran û rêbazên şer bi rêya sînorê Libnan-Sûriyê bidomînin, da ku welatî û hêzên xwe yên li herêmê biparêzin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye