Trump ji Îraniyan re: Spas ji bo betalkirina darvekirinan

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, ji bo betalkirina darvekirinên li Îranê, spasiya rêveberiya Îranê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî ku gefên Amerîkayê yên destwerdana leşkerî li dijî Îranê, di saetên dawî de kêm bûn, spasiya xwe ji bo rêveberiya Îranê, anî ziman.

Donald Trump, roja înê, li ser platforma xwe ya "Truth Social" peyameke spasdariyê weşand û got:

"Ez rêveberiya Îranê, ji ber betalkirina hemû darvekirinên duh ên ku zêdetirî 800'î bûn, pir spas dikim û ji ber vê yekê em êrîşî Îranê nakin."

Piştî ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff, eşkere kir ku ew bi Îraniyan re di têkiliyê de bû, ev yek pêk hat.

Li gorî rojnameya 'Israel Hayom', Steve Witkoff, roja Înê, di daxuyaniyên xwe de wiha got:

"Me bi Îraniyan re ji bo fikarên xwe yên li ser kuştin û darvekirina xwepêşanderan, têkilî danî."

Her wiha Witkoff, piştrast kir ku me peyameke rasterast ji Îranê re şandiye û wiha anî ziman:

"Trump, Îranî hişyar kirin û bi fermana wî, me duh bi wan re ji bo fikarên xwe yên li ser kuştin û darvekirinên girseyî têkilî danî û ev rawestiya."

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê, da zanîn ku Trump, bi tena serê xwe xwediyê hêzeke bêhempa ye ku mirovan bindest bike.

Digel vê yekê, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff, tekez kir ku em bi hêviya çareseriyeke dîplomatîk in.

Steve Witkoff, destnîşan kir ku sê pirsgirêk hene, divê ku werin çareserkirin, ew jî ev in:

"Dewlemendkirina uranyûmê, mûşek û wekîlên wan li Rojhilata Navîn."

Witkoff, eşkere kir ku Îran, di rewşeke aborî ya dijwar de ye û eger bixwaze vegere civaka navneteweyî, ev dikare bi awayekî dîplomatîk were çareserkirin, ji ber ku alternatîf xirab e.

Her wiha Nûnerê Taybet ê Amerîkayê, peyameke rasterast ji xwepêşanderên Îranî re şand û ev tişt got:

"Ev mirovên pir wêrek in û em li gel wan in."

Donald Trump, duh ragihandibû ku ew hatiye agahdarkirin ku "kuştina xwepêşanderan rawestiyaye.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Îraqçî jî, roja çarşemê, piştrast kiribû ku li dijî xwepêşanderan ti îdam nayên kirin.

Ji 28'ê kanûna 2025'an ve, Îran şahidiya pêleke xwepêşandanên li dijî şert û mercên aborî û jiyanê kiriye û heta niha jî didomin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye