Rêveberiya Xweser: Maf bi biryarên demkî nayên parastin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku maf bi biryarên demkî nayên parastin, lê bi destûrên daîmî, tê parastin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Derbarê biryarnameya serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera ku ji bo mafên gelê Kurd li Sûriyê îmze kiribû, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser diyar kir ku maf bi biryarên demkî nayên parastin, lê bi destûrên daîmî, tê parastin.

Her wiha Rêveberiya Xweser da zanîn ku pêdivî bi destûreke demokratîk a piralî heye ku mafên hemû pêkhate, civak û baweriyên Sûriyê biparêze.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi vî awayî ye:

“Maf bi biryarên demkî nayên parastin, lê bi destûrên daîmî, yên ku îradeya hemû gel û pêkhateyên civaka Sûriyê diyar dikin, tê parastin.

Derxistina her biryarekê bêyî ku niyeta wê çi be, nikare garantiya mafên hemû pêkhateyên Sûriyê bike.

Pêdivî bi destûreke demokratîk a piralî heye ku mafên hemû pêkhate, civak û baweriyên Sûriyê biparêze.

Her çiqas em vê biryernameyê wek gaveke yekem dibînin jî, lê ew ji xwestek û hêviyên gelê Sûriyê dûr dikeve.

Gelê Sûriyê qurbaniyên mezin dane û şoreşeke rastîn pêk anîne da ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin û dewleteke demokratîk ava bikin.

Çareseriya bingehîn a pirsgirêka maf û azadiya gelê Sûriyê di diyalogeke neteweyî ya berfireh û destûreke demokratîk a nenavendî de ye.”

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye