Nakokiyên di navbera YNKê û PDKê de xwedî dîrokeke dirêj e

Nakokiyên di navbera YNKê û PDKê de ji kevin de dewam dikin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Nakokiyên di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de xwedî dîrokeke dirêj e. Car caran bûye sedema şer û alozîyên mezin. 

Destpêka nakokiyan û şerê navxweyî di navbera YNK û PDK de

Piştî Raperînê di 1991ê de piştî serhildana Kurdan a li dijî rejîma Bees a Îraqê û damezrandina herêmê, nakokiyên siyasî û kontrolkirina herêman di navbera YNK û PDKê de zêde bûn. Di Gulana 1994an de nakokî veguherîn şerekî çekdarî yê berfireh.

Ev pevçûn rê li ber mûdaxeleyên dewletên cîran vekir. Di Tîrmeha 1996an de, hêzên Îranê bi YNKê re sînor derbas kirin. Ev bûyer wekî "31'ê Tebaxê" di dîroka Başûrê Kurdistanê de cihekî biêş digire.

Sedemên nakokiyan di nabera YNK û PDK de 

Sedemên nakokiyan pir alî ne, hin ji wan ev in: “Pevçûn li ser kîjan alî dê bêtir desthilatdarî û bandorê li ser herêma Kurdistanê hebe bûn. Nakokî li ser dabeşkirina çavkaniyên xwezayî yên wekî neft û gazê, û herwiha deriyên sînorî yên ku dahatên mezin didin, berdewam dikin. Partiyan di dîrokê de pişta xwe dane hêzên cûda yên herêmî (wek Îran, Îraq, û Tirkiye), ku ev yek jî alozî zêdetir kiriye.”

Tevî ku şerê çekdarî qediya jî, nakokî ta roja îro dewam dikin

Şerê navxweyî bi Peymana Washingtonê ya sala 1998an bi dawî hat, ku rê li ber damezrandina hikûmeteke yekgirtî ya Başûrê Kurdistanê vekir. Lê belê, tevî ku şerê çekdarî qediya ye jî, nakokiyên siyasî û îdarî heta roja îro dewam dikin. Carinan rageşî bilind dibe, bi taybetî di mijarên avakirina hikûmetê, budçeyê, û peywirên bilind ên Îraqê de.

Berdevkên her du partiyan carinan radigihînin ku ji sedî 90 ji pirsgirêkan hatine çareserkirin, lê di hinek mijarên bingehîn (wek Kerkûkê an yekgirtina hêzên Pêşmerge û niha jî di parlementoya Îraqê de) hîn jî bê çareserî mane. Ev nakokî herî dawî xwe di diyarkirina serokê alîkarê parlementoya Îraqê de da der.

YNKê û PDKê di parlementoya Îraqê û namzetên wan de

Di navbera her du partiyan de peywira Serokkomarê Îraqê jî di nav nakokiyê de ye. Li aliyekî PDKê bi piştgirya bi ereban re namzetên xwe bi ser xist. Ev yek nakokiya siyasî ya di navbera wan de kûrtir dike. Her wiha dibe sedema sereke ya bêhêzbûna kurdan li Bexdayê ye.

Ji bo serokkomariya Îraqê sibe roja dawiyê ye

Îro jî Beşa Yasayî ya Parlamentoya Îraqê ragihand ku ji bo posta serokkomariyê, sibe roja dawî ya wergirtina namzedan e û heta niha nêzîkî 20 kesan formên namzediyê, tije kirine.

Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, navên çend kesayetiyan di lîsteya namzedan de, hene. Di nav wan de Şiwan Dawûdî, Emîra Cenabî, Musenna Emîn, Aso Ferîdon, Letîf Reşîd, Nizar Amêdî û Husên Sincarî, hene.

Heta niha jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi fermî ti namzetek ji bo serokkomariyê li Parlamentoyê tomar nekirine.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye