Talankirina xwezayê li bakurê welat her diçe zêdetir dibe

Ruxmî hemî bandora xwe ya neyînî li Bakurê Kurdistanê, Dewleta Tirk dixwaze xebatên xwe yên li ser petrola kevirî yên li Amedê bidomînin .

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Li Bakurê Kurdistanê talankirina xwezayê her diçe zêdetir dibe .

Talan kirina daran û qetilkirina xwezayê niha jî bandora xwe li ser avhewaya Bakurê Kurdistanê dike.

Dewleta Tirk dixwaze xebatên yên li ser petrola kevirî yên li Amedê bidomîne.

Xebatê petrola kevirî rê li ber qirêjiya avê û belavkirina gazên serayê yê ku guherîna neynî li  avhewayê dike vedike. Heman demî de petola kevirî xwezaya herêmê ji holê radike û hemû habîtata heyî dixe bin gefeke mezin.

Ji ber vê yekê li hember lêgerînên petrola kevirî gelê li herêmê jî bi boneyên cuda bertekên xwe nîşan dabûn. 

Rexmî van hemû bertekan jî Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar beşdarî weşana zindî ya Ulke TV'yê bû û ragihand ku ew dê xebatên xwe yên li ser petrola kevirî yên li Amedê bidomînin.

 

Bayraktar: Li Amedê dê li 4 qadan 24 bîrên petrolê bên kolandin

 

Wezîr Bayraktar da zanîn ku ew dê bi biryardarî lêgerînên gaza xwezayî yên navxweyî bidomînin û got:

"Ji bo petrola kevirî dê li Amedê li 4 qadan 24 bîr bên kolanidin."

Li gorî zanyaran li Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 361 hezar û 725 bermîl petrol û 234 milyon û 384 hezar û 017 metrekup gaza xwezayî heye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye