Lindsay Graham: Xameneyî "Naziyê olî" ye

Senatorê Amerîkî Lindsay Graham li ser X'ê peyamek weşand û got: "Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî `Naziyê olî` ye, herêm û cîhanê di nav kaosê de dihêle û hewl dide ku Cihûyan tune bike."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Lindsey Graham, di peyamekê de ku li ser platforma "X"ê hatiye weşandin, ragihand ku ew ji bo xwe şerefeke mezin dibîne ku li Munihê li beramberî kombûna nêzîkî 250 hezar alîgirên gelê Îranê biaxive û wê wekî yek ji xalên herî girîng ên jiyana xwe bi nav dike.

 

 

Graham, da zanîn ku "Min gelê Îranê li ser melayan re hilbijart," û got ku ew bawer dike ku Îranî dikarin bibin hevalbendên baş ên Amerîkayê û herêmê ber bi ronakbîriyê ve bibin.

 

 

Senatorê Amerîkî, peyama xwe wiha bi dawî kir:

 

"Sala 2026`an, dema hilbijartinê ye. Min gelê wêrek ê Îranê li ser zordaran re hilbijart.

 Ez bawer dikim ku alîkarî di rê de ye."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye