Serokê YNK`ê bi berpirsên Îranê re civiya

Bafil Talebanî bi serkonsolên Îranê yên li Hewlêr û Silêmaniyê re civiya û bi hev re mijarên mûçe û pêşxistina têkilî û hevkariyê nîqaş kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Yekîtîya  Niştimanî ya Kurdistanê YNK’ê ragihand ku di hevdîtinê de, endamên polîtburoya YNK’ê Dr. Xesrew Gul Mihemed û Îmad Ehmed jî amade bûn.

Di civînê de ku li bajarê Silêmaniyê birêve çû, rewşa giştî ya Iraqê û herêmê hat nîqaşkirin, her wiha bal kişandin ser pêşxistina têkilî û hevkariya di navbera Herêma Başûrê Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de, û bi taybetî ew bazirganiya di navbera her du aliyan de tê kirin.

Lihevkirina nû ya li ser mûçeyan a di navbera Herêma Başûrê Kurdistanê û Bexdayê de, mijara civînê bû.

Serokê YNK’ê, ji Hikûmeta Herêmê û Bexdayê xwest ku pabendî lihevkirinê bin û jiyanek layiq û hêja ji gelê xwe yê birêz re dabîn bikin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24