Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer 15`ê îlonê ye

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) û Komîna Govendê amadekariyên lidarxistina 7`emîn Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamê rêveber ê Komîna Govendê û endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê Zana Huner ragihand ku festîval wê di 15`ê Îlonê de, bi kernevaleke hespan, dahol û zirne ji ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo dest pê dike û li Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo (cihê lidarxistina festîvalê) dewam bike.

Zana Huner diyar kir ku festival wê 17`ê Îlonê bi dawî dibe û got:

"Zêdetirî 20 komên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê wê beşdarî festîvalê bibin.

Me xwest ji Bakurê Kurdistanê jî kom tevlî festîvalê bibin, lê ji ber nebûna derfetê ew ê bi rêya dîmen beşdar bibin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye