Rêxistina Mafê Mirovan a Efxanistanê, Rewadarî di rapora xwe ya herî dawiyê de, binpêkirinên mafên mirovan, di nav de azadiyên sivîl û siyasî, mafên jinan û cudakariya sîstematîk a li dijî kêmneteweyên olî û etnîkî belge kiriye.
Di raporê de hate destnîşankirin ku di şeş mehên detpêkê yên îsal de, bûyerên kuştinên armanckirî bê dadgeh û gumanbar li gorî şeş mehên destpêkê yên 2024an nêzîkî %30 zêde bûne.
Her wiha hate diyarkirin ku polîtîkayên li dijî jinan bi rêyên sîstematîk ji aliyê Tevgera Talîbanê ve zêde bûne.