Rêveberiya Polîsan a Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li sînorê gundên Çorak, Çalexe, Zêne û Qazyawa yên bi ser bajarokê Zelanî ya bi ser Şarbajêr de, şewat derketiye.
Li gorî daxuyaniyê ji ber şewatê hezar donum erazî ku di nav de puş û dar hebûn şewitîne.
Hate gotin ku şewat ji ber temasa elektrîkê çêbûye.