Li gorî agahiyên Rêveberê Antîkan ê Dihokê û berpirsyarê kolandinê Bekes Brefkany anîn ziman ku sala 2023'an tenê çar an jî pênc gor hatin vedîtin, lê belê bi karên îsal re ev hejmar gihîştiye 40 gorên kevnar.
Hate ragihandin ku li gel goran, tasikên seramîk ên beriya 2 hezar salî jî hatin dîtin.
Berhemên ku têne dîtin, ji bo lêkolînkirinê ji Muzeya Dihokê re têne şandin. Li gorî pisporan ev gorên kevnar ji dema Helenîstîk an jî Seleukos in.