Endamê rêveberiya Meclisa Sivîl yê xeta Rojhilat a Kantona Reqayê Subhî Mihemed derbarê mijarê de got:
"Hin komên girêdayî hêzên hikûmeta veguhêz êrîşî herêmê kiribûn û bi wê re, rê hatibû girtin."
Mihemed da zanîn ku şêniyan çend rojan zehmetiya çûn û hatinê ji ber pevçûnan dikişandin, lê îro derî vebû.
Subhî Mihemed diyar kir ku tevgera çûn û hatinê di navbera Reqa û Dêrazorê de vegereha weke berê û tekez kir ku Şênî bi vekirina derî, kêfxweş bûn.
Li aliyekî din rêya Reqa-Eseriya-Xenasir, rêya Reqa-Selemiyê ya Hemayê, rêya Reqa-Heleb-Dêr Hafir-Meskenê, hîna ji hêla hêzên hikûmeta veguhêz ve girtî ne û şênî neçar dibin ku rêyên xeternak bi kar bînin.