100 sal di ser avakirina Qamişloyê re derbas bûn

Bajarê Qamişlo yan jî bi gotina hunermendên navdar bajarê evînê, îro derbasî sedsaliya xwe ya duyem dibe. Roja 20`ê tebaxê, bi temamî 100 sal di ser avakirina bajarê Qamişloyê re derbas dibe. Di sala 1926'an de bajarê Qamişlo di serdema desthilatdariya Fransayê de hatibû avakirin. Qamişlo bûye wek nasname ji Rojavayê Kurdistanê re, dema ku navê Amed, Hewlêr û Mehabadê tê gotin, navê Qamişlo jî li kêlek wan tê danîn wek nasandinekê ji her 4 aliyên Kurdistanê re. Bingeha şoreşa 19 tîrmehê ye Qamîşlo...Li seranserê Sûriyê jî bi tenê Qamişlo wek statuyeke îdarî ji aliyê jinekê ve tê birêvebirin û îro ji bo pîrozkirina sedsaliyê gelek çalakî tên sazkirin.

reset font size increase font size

Bûka Cizîrê yan jî bajarê Evînê, weke hunermed Se`îd Yûsif dibêje.
Di sala1926'an de bajarê Qamişlo di serdema raspêriya Fransayê de, ji aliyê sitvanê yekem tîrîye ve hat damezrandin.

Qamişlo di sala 1926'an de hat avakirin

Fransiyan, Qamişlo weke cihekî stratejîk didît, ji ber hebûna çemê Ceqceq û rêhesina Heleb-Nisêbînê, ku wekî "Rêhesina Tertosê" dihat naskirin. 
Di encama rêxistinkirin û dabeşkirina Feransayê, Qamişlo bi navê Parîsa biçûk dihat binavkirin. 
Di dirêjahiya dîroka xwe de bûye navendeke girîng a çandî, aborî û civakî ya Rojavayê Kurdistanê.
20`ê tebaxê salvegera 100`emîn a avakirina bajarê Qamişlo ye.

Îro 100 saliya Qamişlo tê pîrozkirin

Bajarê Qamişlo nimûneyek jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen û Çerkes de çêkir, di salên dawî de jî gelek xelk ji herêmên cuda yên Sûriyê koçî Qamişloyê bûne. 
Nivîskarê ji bajarê Qamişlo Faris Osman diyar kir ku beriya 100 salî û niha gelek guhertin di Qamişlo de çêbûne.
Faris Osman got ku xweşbûna bajarê Qamişlo bi pêkahateyên wê ye, ev pêkhate çiqas astengiyên xwe bidin alî wê rohaniyek mezin di bajar de ava bikin.

Faris Osman: Xweşbûna Qamişlo bi pêkhateyên wê ye

Bi vê Boneyê, wê Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo şahiyeke mezin li Parka Azadî li dar bixe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye