Li dijî Ozgur Ozel lêpirsîn hate destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel de re'sen lêpirsîn da destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Serokê CHP'ê Ozgur Ozel bi sûcên "heqaretkirina Serokkomar" û "heqaretkirina rayedarekî giştî ji ber meqamê wî" lêpirsînek da destpêkirin.

Di mîtînga partiya xwe ya li Umraniye de Ozgur Ozel bi gotinên 'Ji niha û pê ve, li kesên li dora xwe, yên ku hûn perwerde dikin û kûçikên ku bi me re dilîzin xwedî derkevin' bangî Serokkomar kiribû.

Hat gotin ku lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Giştî ve tê meşandin, wê bi biryardarî û hûrgilî berdewam bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye