Silêman Oso: Em ê biçin hevdîtinê bi Ehmed El Şeraa re bikin

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi hin gavan dixwaze tifaqa Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî xira bike û bi destê ENKS’ê di Sûriya nû de li gor xwe mafê Kurdan diyar bike. Hikûmeta Şamê ji bo pêkanîna vê planê ji ENKS’ê re nameyek şand, tevî bertekan jî ENKS’ê bi erênî nêzê vê gavê dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çend roj beriya niha hatibû gotin ku Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed El Şeraa ji çend rêveberên ENKS’ê re nameyek şandiye û ew ji bo hevdîtinê vexwendine Şamê.

Endamê Desteya Rêveber a ENKS’ê Silêman Oso şandina nameyê piştrastkir û derbarê mijarê de ji ANHAyê re axivî.

Silêman Oso vexwendina Şamê weke gaveke erênî nirxand û got: “Hevdîtin girîng e, lewma em ê biçin, lê dema hevdîtinê hîn nediyar e.”

Oso destnşan kir ku biryarên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî (26’ê Nîsana 2025) ji bo wan girîng in. Lê neçûna Şamê jî şaş e.

 

Pervîn Yusuf: Em li dijî çûyîneke bi vî rengî ne

 

Ji aliyekî din ve, Endama Şandeyê û Hevseroka Giştî ya PYD’ê Pervîn Yusuf têkildarî biryara ENKS’ê ji ANHA’yê re axivî û eşkere kir wan li ser mijarê bi ENKS’ê re hevdîtin kiriye û got:

“Me diyar kir ku pêwîst bû biryara çûna Şamê ji aliyê şandeyê ve bihata dayîn. Biryara yekalî nayê qebûlkirin, divê tu kes bi serê xwe biryarê nede. Em li dijî çûneke bi vî rengî ne.”

Di konferansa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî de ku hemû partiyêne Kurdî yên Rojava û Sûriyê tevlî bibûn, biryar hatibû girtin ku şandeyeke hevpar were avakirin û pirsgirêka Kurd bi rêya vê şandeyê li gel Şamê were gotûbêjkirin.

Piştî konferansê 4’ê hezîrana 2025’an de Şandeya Kurdî ya Hevpar a ji bo diyaloga bi Şamê re hatibû avakirin.

Şandeyê heta niha çend caran di nava xwe de hevdîtin çêkirine, lê hîn neçûye Şamê.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24