Zarokên Herêma Şehbayê ku li bajarê Reqa di kampa koçberan de dijîn, Mihemed, Rohat El Xelîl (meh û nîv), Mihemed Ebdo (3 mehî), ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest dan.
Ev zarok ji malbatên koçberên Efrîn û Şehbayê ne.
Di van rojên dawî de pileya germahiyê li Reqa heta 48 bilind bû.
Ev bûyer nîşan dide ku rewş bi taybetî ji zarokan re li kampa koçberan pir dijwar e.