Bavê Rojîn Kabaîş piştî du salan bertek nîşan da: Gelek pirs hê jî bêbersiv in

Bavê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku beriya du salan li Wanê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû, Wezareta Dadê rexne kir ku sozên xwe yên wekî şandina şandeyê, vekirina telefonê û berfirehkirina testa DNA'yê pêk neaniye û destnîşan kir ku ew ê heta dîtina rastiyê dev ji têkoşîna xwe ya dadperweriyê bernedin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nîzamettîn Kabaîş, bavê Rojîn Kabaîş a ku li Wanê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku di dosyeya lêpirsînê de gelek xalên tarî hê jî bêbersiv mane.

Bav Kabaîş bi tundî bertek nîşanî Wezareta Dadê da û anî ziman ku Wezîr Akin Gurlek sozên xwe yên derbarê lêkolîna sînyalên telefonê, kontrolkirina kamerayan û çêkirina testa DNAyê de pêk neaniye. Kabaîş got: "Çaryeka van sozan jî nehatine bicihanîn."Di rapora Tiba Dadê de hatibû tespîtkirin ku li ser bedena Rojînê DNA'ya du mêrên cuda heye. Tevî ku mînaka DNA'yê ji 413 kesan hatiye girtin jî, nasnameya wan hê nehatiye tespîtkirin û telefona wê ya nehatî vekirin jî li Mêrsînê di bin lêkolînê de ye. Di nava du salan de tu kes nehatiye desteserkirin. Bav Kabaîş destnîşan kir ku bi saya têkoşîna wan dosye bi hinceta "xwekujiyê" nehatiye girtin û da zanîn ku ew ê heta dawiyê heqê keça xwe biparêzin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye