Talebanî ji bo rewşa Rojava û Sûriyê pêşniyareke nû pêşkêş kir

Bafil Talebanî pêşniyar kir ku modela Îraqê ji Sûriyê re, bibe nexşerê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, daxwaza modeleke otonomiyê kir ku mafên Kurdan li Sûriyê nas bike.

Bafil Talebanî, kêmbûna aloziya li her du taxên Kurdan ên Helebê bi erênî nirxand.

Her wiha da xuyakirin ku divê diyaloga di navbera Şam û Qamişloyê de li ser bingeha wekhevî û hevsengiyê be.

Talebanî destnîşan kir ku divê ziman û çanda Kurdan were naskirin û cureyeke ji dezgeha ewlehiyê jî hebe ku wan biparêze.

Bafil Talebanî da zanîn ku modela Îraqê dikare ji Sûriyê re, bibe nexşerê.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê eşkere kir ku ji bilî misogerkirina mafên gelê Sûriyê, ti berjewendiyên wan ên din nînin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24