Şêniyên Amûdê êrîşa li ser li Til Eran û Til Hasilê şermezar kirin

Şêniyên Amûdê êrîşa li ser sivîlên Kurd li bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên li gundewarên Helebê şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şêniyên Amûdê yên Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ji bo şermezarkirina êrîşa li ser sivîlên Kurd li bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên li gundewarên Helebê xwepêşandanek li dar xistin.

Şêniyan, her cure tundûtûjî û binpêkirinan şermezar kirin û daxwaz kirin ku rayedarên têkildar berpirsiyariyên xwe yên parastina sivîlan û xurtkirina ewlehî û aramiyê pêk bînin.

Xwepêşanderan daxwaza lêpirsînekê li ser bûyerê û hesabpirsîna berpirsiyaran kirin.

Her wiha dikyar kirin ku parastina mafên welatiyan û parastina aştiya sivîl berpirsiyariyeke hevpar e ku tedbîrên cidî hewce dike da ku pêşî li dubarebûna êrîşên wiha were girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye