Di şerê Amerîka û Îsraîl yê li dijî Îranê de ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû, ew şerê ku Îranê xwe bi êrîşên li ser welatên Kendavê parast.
Di her cara ku Îranê êrîşî welatên Kendavê dikir daxuyanî dihat dayîn ku ji bilî çend mûşekan wan gelek xistine xwarê.
Welatên Kendavê bi dehan mûşek û dron anîn xwarê
Wezaretên parastinê yên dewletên Konseya Hevkariya Kendavê, ragihandin ku wan ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê di 28ê Sibatê de bi dehan mûşekên balîstîk û dron ku ji hêla Îranê ve hatine avêtin, anîn xwarê.
Ev yek jî amadebûna van welatan nîşan dide ku ew ê rastî gefan ji aliyê Îranê ve werin.
Welatên Kendavê herî zêde rastî êrîşên Îranê hatin
Li gorî hejmarên ku ji hêla rayedarên Kendavê ve hatine ragihandin, rêjeya têkbirina mûşekên balîstîk ên Îranê ji %90 derbas bû.
Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Îmarat li gorî cîranên xwe yên Ereb herî zêde rastî êrîşên Îranê hatine.
Li gorî Wezareta Parastinê ya Îmaratê, di 4 rojên pêşîn ên şer de Îranê 189 mûşekên balîstîk avêtine ser wan.
Ji van, 175 hatin astengkirin, 13 ketin deryayê û yek jî li axa Îmaratê ketiye.
8 mûşekên Krûz jî hatin tespîtkirin û îmhakirin.
Her wiha hat diyarkirin ku Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî ji destpêka şer ve rastî 2 hezar û 256 dron, 537 mûşekên balîstîk û 26 mûşekên Krûz hatiye.
Behreyn jî ji destpêka şer ve rûbrûyî 508 dron û 194 mûşekan hatiye.
Kûweyt ji destpêka şer ve rastî 845 dron, 354 mûşekên balîstîk û 15 mûşekên Krûz hatiye.
Xala hevpar li welatên Kendavê sîstema parastinê ya Amerîkayê bû
Xala hevpar di navbera Welatên Kendavê yên ku ji aliyê Îranê ve bi mûşekên balîstîk hatine hedefgirtin, bikaranîna wan a sîstema parastina mûşekên Patriot a Amerîkî ye.
Ev sîstem ji ber bikaranîna wê ya berfireh di şerê Ûkraynayê de, ku li wir rêjeyên serkeftinê yên bilind di astengkirina cûrbecûr mûşekên Rûsî de bi dest xist.
Ezmûna ji wê kampanyayê hatî bidestxistin, di performansa mûşekên Patriot de li Kendavê jî xuya bû, ji ber ku wan bi serkeftî piraniya mûşekên Îranî asteng kirin.
Tevî ku şerê di navbera Amerîka û Îranê bi dawî jî bûye lê hîn jî hinek ji Welatên Kendavê dixwazin sîstema xwe ya parastinê xurt bikin.
Kuweyt pergala xwe ya parastinê xurt dike
Herî dawiyê jî Şîrketa Norwecî Kongsberg Gruppen ragihand ku ew ê li gorî bernameya Firotina Leşkerî ya Derve ya Dewletên Yekbûyî, pergaleke parastinê bide Kuweytê.
Şîrketê diyar kir ku nirxa peymana dabînkirina pergala mûşekên pêşketî yên Norwêcî yên erd-hewa (NASMAS) bi qasî 400 milyon dolarî ye.
Şîrketê zêde kir ku sîstema parastina hewayî ya mobîl a Nasmas ku ew bi hevkariya Raytheon pêş dixe, dê alîkariya Kuweytê bike ku nifûs û binesaziya xwe ji gefên hewayî biparêze.
Hefteya borî Kuweyt rastî êrîşên mûşekî û dronan hat
Hefteya borî Kuweyt rastî êrîşên mûşekî û dronan hat.
Artêşa Îranê jî gotibû ku ev êrîş wekî tolhildana êrîşên Amerîkayê yên li dijî Îranê ne.
Agahiyên ku li ser malpera şîrketê hatine weşandin nîşan didin ku 15 welatên din jî sîstema Nasmas bikar tînin.