Şerê Ûkrayna û Rûsyayê gurtir dibe

Rageşiya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de, van rojan gelekî gur bûye. Berpirsekî Ûkraynayê got ku Rûsyayê di şevekê de êrîşî pênc benzînxaneyên firotinê yên li herêmeke welatê wan kiriye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ev çend roj in rageşiya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de zêde bûye.

Di demekê de ku şerê Rûsya-Ûkraynayê berdewam dike, îro çend teqînan bajarê Zaporojyayê hejandin.

Rûsyayê 200 dronên Ûkraynayê têk birin

Li gorî kenala 24 a Ûkraynî, Rûsyayê 200 dronên Ûkraynayê yên di bin kontrola Kîevê de têk birin.

Li deverên herêmê yên di bin kontrola Kîevê de dengê sîrenan hat.

Di êrîşeke Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê de jinek hat kuştin

Berê, parêzgarê herêma Dnipropetrovskê ya li başûrê rojhilatê Ûkraynayê Oleksandr Hanza got ku Rûsyayê di şevekê de êrîşî pênc benzînxaneyên firotanê yên li herêmê kir.

Jinek hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Rayedarên Ûkraynayê li herêmên li eniya Zaporojya, Sumy, Xarkiyêv, û Dnipropetrovsk hema hema rojane êrîşan radigihînin.

Li bajarê Xerson 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Xerson, Waliyê herêmê Oleksandr Prokudin îro diyar kir ku êrîşeke bi dronan li ser otobuseke rêwiyan pêk hat.

2 kes hatin kuştin û 5 kesên din birîndar bûn.

Di vê navberê de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî 179 dronên Ûkraynayê li ser çend herêmên Rûsyayê, Deryaya Reş û Deryaya Azovê, di şevê de asteng kirine.

35 dronên Ûkraynî li ser herêma Xersonê hatin xistin

Parêzgarê Herêma Xersonê, Vladimir Saldo, destnîşan kir ku şeva borî, 35 dronên Ûkraynî li ser Herêma Xersonê hatin xistin.

Li gorî şaredarê bajêr, Oleksiy Kolymzin, hêzên Ûkraynayê depoyeke otobusan li bajarê Donetskê hedef girtine û 5 otobus hatine wêrankirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye