Li Îraqê 3 kom berdana çekan red dikin

Hêzên Hevpeymaniya navneteweyî ji Îraqê vekişiya, lê hîna jî hewldanên Bexdayê yên entegrekirina komên çekdar di nav saziyên dewletê de bi temamî pêk nehatiye. Heta vê gavê jî Ketaib Hizbullah, Tugayên Seyidûşuheda û Tevgera Nûceba yên di bin sîwana Haşdî Şabî berdana çekan red dikin, tevî ku şertê wan yê berdana çekan vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hebûna leşkerî ya hevpeymaniya navneteweyî li Îraqê, di 30`ê îlona sala 2026`an de bi dawî bû.

piştî ku hêzên ji Îraqê vekişiyan, niha karê li pêşiya Îraqê maye pêvajoya bêçekkirinê û entegrekirina komên çekdar di nav saziyên dewletê de ye.

Lê heta niha 3 kom berdana çekan red dikin.

Ketaib Hizbullah, Tugayên Seyidûşuheda û Tevgera Nûceba ku di bin sîwana Haşdî Şabî de ne, li dijî biryara berdana çekan derdikevin.

Berdevkê Tugayên Seyidûşuheda Şêx Kazim Fartûsî di daxuyaniyeke televizyonên Libnanê re diyar kir ku bêçekkirin ne di rojevê de ye.

Ketaib Hizbullah û Tevgera Nûceba jî berê helwesta xwe ya li dijî bêçekkirinê eşkere kiribûn.

Ketaib Hizbullah û Tugayên Seyidûşuheda, vekişîna hêzên biyanî ji Îraqê wekî yek ji şertên bingehîn ên berdana çekan nîşan dabû.

Piştî vekişandina hêzên Amerîkî ji Îraqê, Ketayib Hizbullah ragihand, ku wan karên xwe yên leşkerî li Îraqê sekinandine, lê heta niha ji bo berdana çekan gav navêtine.

Di mijara bêçekkirinê de hemû komên di nav Haşdî Şabî de ne xwedî heman helwestê ne.

Helwestên cuda yên di navbera komên çekdar de wekî yek ji astengiyên bingehîn li pêşiya hewldana Bexdayê ye.

Aliyekî din ê nîqaşa bêçekkirinê, têkiliya Îranê ya bi komên çekdar ên li Îraqê re ye.

Di demekê de ku Serokê Parlamena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf daxuyaniyên piştgiriya pêvajoya entegrasyonê dide, tê destnîşankirin ku Fermandarê Hêza Quds Îsmaîl Qaanî, Milîsên li Îraqê li dijî windakirina bandorê hişyar kiriye.

Berpirsên Îranî pêşniyar kirine ku stokên çekên giran ji bo axa Îranê were veguhestin da ku ji kontrolên bêçekkirinê yên li Îraqê werin dûrxistin.

Bi vî awayî jî ji ber ku hinek ji komên çekdar nêzîkî entegrasyonê dibin û hinek jî berdana çekan red dikin, pêvajo li gorî helwestên komên cuda pêş ve diçe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye