Li Mûsilê di qezayekê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn

Li sînorê parêzgeha Mûsilê otobuseke geştyaran qulibî û di qezayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyek bijîşkî li beşa tenduristiyê ya Mûsilê got, hin ji birîndaran rakirin nexweşxaneya Şîrgatê û yên din jî rakirin nexweşxaneya Mûsilê.

Her wiha got, ji ber ku rewşa tenduristiyê ya hin ji birîndaran xirab e, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Ew qeza 30 kîlometre berî xala kontrolê ya Hemam Elîlê ya li ser rêya Bexdayê bo parêzgeha Mûsilê çêbûye.

Li gorî agahiyan, ew geştiyar ji parêzgeha Babîlê ber bi parêzgeha Dîhokê ya Başûrê Kurdistanê ve diçûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye