Li gorî daxuyaniyeke rojnamevaniyê ya Rewangeha "Eco Îraq", koma wan pere û zêrên ku di operasyona Berbangê de hatine desteserkirin gihîştiye 390 milyar dînarê îraqî ligel 500 kîlogram zêr.
Li gorî Çavdêriya Eco; ev mîqdara pereyan ji lêçûna mûçeya mehane ya çendîn wezaretan zêdetir e, ji wan:
Wezareta Veguhastinê, Wezareta Jîngehê, Wezareta Koç û Koçberan û Wezareta petrolê.
Her wiha bi nêzîkî wekhev e bi mûçeya hemû karmendên Wezareta Derve û tîma wê ya dîplomatîk ji bo meheke temam.
"Eco Îraq" amaje bi wê yekê jî kiriye ku bihayê wan pere û samanên vegerandî, nêzîkî nîvê pişka mehane ya Başûrê Kurdistanê ye ji budceya federal.