Fermandriya Dije Teror a Artêşa Îraqê li ser malpera xwe ya fermî belav kir ku hêzên wan bi hevkariya Rêveberiya Dije Teror a Silêmaniyê, operasyonek hevbeş encam dan.
Di operasyonê de endamekî DAIŞê li Silêmaniyê hat girtin, ku berê ev kes di nav DAIŞ’ê de berpirs bû û çend êrîş li dijî welatiyên sivîl û hêzên ewlekariyê pêk anîbû.
Li Kerkûkê 5 veşartgehên DAIŞ'ê hatin dîtin
Di heman demê de li Kerkûkê jî operasyoneke din hat encamdan, têde endamekî DAIŞ’ê hat girtin û 5 veşartgehên DAIŞ’ê hatin dîtin.
Roja pêncşemê jî serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî serdana Fermandariya Dije Teror kiribû û ji vê hêzê daxwaz kiribû ku amade be, û diyar kiribû ku wê hikûmet hemû pêdivî û çekên herî pêşketî ji vê hêzê re pêşkêş bike.